بقلم الشاعر عزيز قره حسن
EZ IM XULAMÊ DÎLBERÊ

De werin bibînin, nûrê mîna heyvê
Sibhan ji navê Xwedê binir bejn û newqê
Ez qurban vê rindê, rû ji stêra sibê
Diran ji Lulu û morgan û gewherê

Xweda can lewendê bixwe jî çêkirî
Ji şewq ronahiya, xwe jî peydakirî
Huriyeke ji, bihuştê direxistî
Lê ew rinda bi ava, kewserê şuştî

Ew çavên xemilîn, ji kila sibhanê
Bîhnbedewê ji pixûr musk û enbarê
Ziman çavkaniyek ,j,hinguvê Efrînê
Lêv tenik bastiqinê şerbet şêrênê

Diheje diçelqe bejn ji nûra Xwedê
Porê kezberî ba lîstikê pê dikê
Ceng û enî ew rengê qemerê dayî?
Sînkê gewre memik poz bilind hididê

Biriyên zirav weke heyv û bedirê
Bijakan tûjin wekî qewsê û tîrê
Çavên reş belek wekî tariya şevê
Qebaq xemilandî jî rengê buharê

Dîm guhloverî Xwedê çi şeng çêkirî
Xwedê ew ji nûra xwe peyîdakirî
Ez bi heyranê porên xwe ji herîrî
Nermikî mîna text û doşeka mîrî

Destê nazik û zend xilxalî badayî
Pêç tuliyên zirav nênok belorî
Mist û kefên xwe çi başik henekirî
Ji rengê buharê li bejan xwe kirî

Carek ez vêre têketama suhbetê
Ligel hev M,y, bikira keyf û mihubetê
J, dev û lêvan binûşta ava qudretê
Xweda yê min re vekê derê cinetê

Dilê min ketiye şopa te dîlberê
Kuştî dilê Ezîz dayî? ber xencerê
Ez heyran tu ne jinî tu keskenûrî
Evîna min ya mirî ,t, dîsa jîn kirî

Tu yî? di şeva çarşema sor de heyvê
Va şêvê ji te re dikim îbabetê
Tu bi vî dilî min re bike rihmetê
Belkî Xwedê bi te re bike rihmetê

Bo xatrê te min pirtûk û helbest xwendin
Ji bo te ezberkir û ez bû helbestvan
Heyranê carekê li min bibe nîvan
Ji te re bibêjim çêrok û helbestan

D, tu were tu çi çelalî çi çemalî
Tu pir delalî canê tu gerxezalî
Vindê ger tu ji min razîbî yek carî
Ez ê ji te re bibim xulam ezbenî

عزيز قره حسن
DIL XWAZİM

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة