Efrînê.بقلم الشاعر ابراهيم ابو زيد
Kevoka aştiyê li te kirin volkana xwînê
Binavê azadyê zarok bin ax kirin
Li jêr durişmê eslametyê bajêr talan kirn
Li asmanê te xewnê xwe tomar kirin
Lê xewnên wan
Mîna rewrewka heyva tebaxê ye
Pilanên wan mîna nivîsîna
 Pertukekê li ser befra adarê ye
Efrînê nasnama kurdayetyê
Çiyayê eylunê di gel pelên zeytunê
Bune kelhên berxwedanê
Şervanên bi rumet
Kiç û kurên qehreman
Ji firoke û tankan xwe nadine paş
Mizgîniya serkeftinê
Di gel simbula aştiyê
Barîn di gel canê xwe kire xelat
Diz û keleş ji hawîr dor hatin
Rovî ji kunmişka derketin
Belê çicaran mêrgeha biharê
Rovî û diz hembêz nekirîne
Kund qebul nekirîne
Lewa şêrên me
Çeng û baskên wan
Bi şaxên zeytuna
Şikandin û pirt pirt kirîne
Û dastana qehremanyê
Binavê Efrînê  tomarkirîne
Ibrahim Ebozêd

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة