DILO.بقلم الشاعر عمر محمد
DILO
Min digot were wisa ne ke
Mala xwe bi destê xwe berbat ne ke
Li şûvên bêbextan negere
Hêviyan di şûvën bi bêbextiyê
Têne ajotin de neçîne
Şûvên bêbextan warê
Istirî û gilgil zîwanan ne
Gurik wê li bedena te bigerin
Xewn û tovên salan bimêjin
Şûnwarên pêlavên bêbextan
Golên kufikê peyda dikin
Rengên biharê ji kevin de
Dimêtin wê dîsa bimêjin
Lêvên çiya ji tîna hilma
Gul û nêrgizan biteqin
Ax dilo ...
Te guh neda min
Te dîsa kumê payîzê da
Ser serê min
Lo diloooo
Jaro dilo
عمر محمد  ▪19▪72018

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة