KîME EZ.بقلم الشاعر عمر محمد

KÎME EZ ????
Min xwe dît
Li çolbirên bidest bê temen bûm
Di zikê bindestiya xapan de
Li nav kavilên wêran kirî
Li tîpên navê xwe digerîm
Tîmarê navika êşan bûm
Ji ber wê ez bûme
Kuçberekî ne nas
Bê nav û nasname
Pelekî payîzan
Di destê bayekî dîn de
Ji kevinde diherikê ser
Malzatokiya Azad bûna min
Tîpên navê min
Ji destê min direvînê
Bêndera şahiyan didê ber talanê
Xewn û hêviyên min rêş dikē
Di çala tariyê wer dikê
Ne kesek zanê ez kîme
Ne jî ez...!
Kîngê ezê bibim ez ?
عمر محمد ▪20 ▪7 ▪2018

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة